the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kezîzera Xelo

Bavê Koroxlî 1

De hê wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara De wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara De vê sibê têlegrafekî ji Bavê Koroxlî hatiye dibê nizamê da, çima Perîşanê sê denga Perîxanê dikir gazî Digo lê lê porê serê mi te kur be Gava tiştek Bavê Koroxlî biqewime ez û tu mane çira Wey bavo, wey bavo De hê wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî genima De wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî genima Perîxanê sê denga Perîşanê dikir gazî Digo lê lê porê serê mi te kur be Bavê Koroxlî vê sibê sê gula birîndar e Biniya kanî nîzamê da çima De bejna Bavê Koroxlî dar e darê spîndar e, maqûlê çîçeka Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo ax Axayo tu axa yî, way tu gula mala Emer î Way tu çira mala nemirî Tu berxê Mala Bavê Xêlit î Şera da fenanî serê Rostemî Zal î Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo ay

Bêjebêje © 2015-2024