the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kezîzera Xelo

Bavê Koroxlî 2

Lê ê ê ê diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara De wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara Wa vê sibê têlegrafekî ji Bavê Koroxlî hatiye dibê nizamê da, çima Perîşanê sê denga Perîxanê dikir gazî Digo lê lê porê serê mi te kur be Gava erzek Bavê Koroxlî biqewime ez û tu mane çira Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo ay Lê ê ê wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî genima De wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî genima Wa vê sibê Bavê Koroxlî sê gula birîndar e Biniya kanî nîzamê da çima De bejna Bavê Koroxlî dar e darê spîndar e, van siyarî tîtala Perîşanê sê denga Perîxanê dikir gazî Digo lê lê porê serê mi te kur be Gava erzek Bavê Koroxlî biqewime ez û tu mane çira Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo ay Axayo tu axa yî, way tu gula mala Emer î Way tu çira mala nemir î Tu berxê Mala Bavê Xêlit î Şera da fenanî serê Rostemî Zal î Way tu ber destê dewleta eskerê Yalî Axa yî Wey bavo, wey bavo, wey bavo ay

Bêjebêje © 2015-2024