Kîjan Îbrahîm Xeyat
Teyman
nîştimanim
to wek taney leser çawim
to wek temî, le gişt lawe dewret dawim
to awêney
le naw toda hemû dinya bedî dekem
nîştimanim, to teymanî
be hoy towe hîç nabînim
ne kel debînim, ne zewî
ne xwa debînim, ne asman
ca nazanim
ne cîhan wek to biçuke
ne to gewrey beqed cîhan
nîştimanekem - Kurdistan