the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kinyazê Hemîd

Zerîya Min

Gede lo bu îşev şev e şevşelî ye Kuro dîno, îşev şev e şevşelî ye Gamêşekî ber derê mala bavê te zayiye De tu werî bibe mi evdalê Xwedê mêvanî ye Zeriya minê wî lê lê, wî lê lê gewra minê, wî lê lê, wî lê lê oy Gede lawiko ev çi cot e çi cebar e di çelê da Kuro dîno, ev çi cot e çi cebar e di çelê da Cotê te bişkê gihangê te bimîne di tewlê da De tu were bibe mêvanê mi zeriyê da Zeriya minê wî lê lê, wî lê lê gewra minê, wî lê lê, wî lê lê Gede lawiko îşev şev e şev ewrîn e Kuro dîno, îşev şev e şev ewrîn e Dêlekekê ber derê mala bavê te cewrîne Ez nexweşim halê mi tu nîn e Zeriya minê wî lê lê, wî lê lê gewra minê, wî lê lê, wî lê lê

Bêjebêje © 2015-2024