the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Agirê Jiyan

Hêlîn

Gewrê bozê rindikê Çavreçê çav belekê Gewrê bozê rindikê Çavreşê çav belekê Kewê çima dilezînî Benda kesî namînî Roniya rojê derewe Şevên li vir pir tarî ne Li çiya zinar ezmanan xînim Axa jindarî jê hilweşînim Ger bê wargeh bim ezê nemînim Li ber bayê zemanan Berî daye germiyanan Ka wer neçe lê dîne Çilê germa havînê Gelek mîna te çû bûn Mirin ne tu mizgînî Li çiya zinar ezmanan xînim Axa jindarî jê hilweşînim Ger bê wargeh bim ezê nemînim

Bêjebêje © 2015-2024