the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Agirê Jiyan

Rehşan

Îro newroz e, bi te û bi doz e Hewarek danîn me gotin Rehşan agir doz e Dayîka şîr da te, çi serfiraz e Tu buyî agirê newrozê, cejna te pîroz e Tu buyî Rehşan a newrozê, cejna te pîroz e Tu delaliya me, tu çavreşa me Armanca te agir xiste nava dilê me Rehşanê Rehşan, agirê newrozan Em te ji bîr nakin delalê, tu car tu wextan Em te ji bîr nakin şehîdê, tu car tu wextan Em te ji bîr nakin, ji dil ranakin Em dibin nav û dengê te, welat rizgarkin Rehşanê Rehşan, agirê newrozan Em te ji bîr nakin delalê, tu car tu wextan Em te ji bîr nakin şehîdê, tu car tu wextan

Bêjebêje © 2015-2024