Koma Agirê Jiyan
Zarokên Amedê
Wisa dirêj tu razayî
Heval çûn tu jê mayî
Şûna te tim xuya ye
Hembêza min vala ye
Na na hê zarok e
Şîrîn in devkenok e
Nekujin ew kevok e
Li ezman tav û rok e
Li ber çavan perpitî
Cîgera min şewitî
Hêsrê çavan niqutî
Rih jê çû laş cemidî
Na na hê zarok e
Şîrîn in devkenok e
Nekujin ew kevok e
Li ezman tav û rok e
Gotin: Murat Yapiştiran
Muzîk: Ali Geçimli