Koma Agirî
Welat
Derdê dilê me pir hene
Hezarê sala li ber me ne
Barê giran, barê me ye
Tivinga me li milê me ye
Kurdistan tim li bîra me ye
Şoreş her li pêşiya me ye
Heyva adar ji me re nîşan
Xurtên me li ser Cûdî û li Sîpan
Li Herekûl û li Gabar
Xwînê ji welat re dikin diyar
Bo serxwebûn, bo niştiman
Bo serkeftina me kurdan
Di kê de ma tirs û lêdan
Îro dem dema serhildan
Ji îro pêde hevdu bikin
Karker bi gundî bi sîlah bikin
Pîs û çete tune bikin
Welatek nû ava bikin