the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Amara

Kobanê

Koban dergûşa jînê ye Pêlên çemê te dijwar e Ji dîroka bav û kalan e Ji kembera ereba re nebû war e Tu dayîka pêxembera ne Rodî pêşeroja kurdan e Rawestgeha rêber Ocalan e Vira deştika zêrîn e Dîcle hebûnek ji vîn e Tilîlî û xêlîya Arîn e Deşta Kobanê bixemilîne Vira deştika zêrîn e Alavên agir li çar hêlan Di nav de govenda lehengan Henasek ji xaka pîroz in Gela wê ji giyanê doz in Stêrka sibê silava berbangê Cangoriyên esrînî roj in Bazên tolhildana te ye Bi rih ceng xemilandine Bi şox û şemala te ye Ji nû ve jîn kemilandin Bazên tolhildana te ye Şer û awaza şoreşa rumetê Berxwedana qirqê bîst û yek3e Deşta Herran Pirsûs Kobanê Agir dane xwe pîroz beyar e Soz didin dîroka însan e Azadî ji bo gellê cîhan e Vira deştika zêrîn e Dîcle hebûnek ji vîn e Tilîlî û xêlîya Arîn e Deşta Kobanê bixemilîne Vira deştika zêrîn e Gir Miştenûr pişta te ye Kaniya kurda navê te ye Şewqa nemir bejna te ye Her navên te li er lêva ye Keç û xortê te mil dide mil e Kobane destana kurda ye Bazên tolhildana te ye Bi rih ceng xemilandine Bi şox û şemala te ye Ji nû ve jîn kemilandin Bazên tolhildana te ye

Bêjebêje © 2015-2024