a photo of Koma Amed

Koma Amed

Îro Dîsa

Çay gulano, çay gulano Mal barkirin, çûn zozano Ez qurbana te zozano Mala rindikê li nav daro Îro dîsa, îro dîsa Ez dimirim, îro dîsa Hember malan, tu jî malê Ez dişevtim ava sare Sibê werim te bibînim Êvar herim histû xwar e Îro dîsa, îro dîsa Ez dimirim, îro dîsa Zozan zozan ez digerim Şev û rojan xewam nayê Ez heyrana bejna bilind Çû zozane, çima nayê Îro dîsa, îro dîsa Ez dimirim, îro dîsa

Bêjebêje © 2015-2024