a photo of Koma Amed

Koma Amed

Jiyanek Nû

Em ji çiyan derketine dimeşin/ dimeşin li benda me serkeftin e Tev hazir kin meşaleyan/ li ber deriyê bajaran Ji bo şahiya azadiyê ref bi ref dîlan çêkin Bê dawî ye jiyana me bê mirin e giyana me Hûn alan ref bi ref rakin Gel wê derkeve ji tariya tirsê/ gul zuha kin wê kaniya xwînê Em ê herin ber agirê sefkeftinê/ jiyanek nû ava kin bi evînê Dilên me ji hesinê sor çêbûne/ milên me bi çekên azad rabûn Gerîla hêza jiyanê, şênahiya ber baranê/ bereket av û nanê me Pêl ser pêl bidin bo gel/ diherike robar zeman şên dike rûyê zozanan Gul wê pêl bi pêl vebin Gel wê derkeve ji tariya tirsê/ gul zuha kin wê kaniya xwînê Em ê herin ber agirê sefkeftinê/ aşitiyê ava kin bi evînê Ba ji ku tê em jî ji wê derê tên/ roj ji ku tê em jî ji wêderê tên Tev hazir bin bo mihrîcan/ mihrîcana me kedkaran Wa dawiya zilimkaran tê/ gor bi gor vekin bo wan Ne hêsane armanca me/ pir dijwar e şoreşa me Em ê wê dor bi dor çêkin Gel wê derkeve ji tariya tirsê/ gul zuha kin wê kaniya xwînê Em ê herin ber agirê sefkeftinê/ armanc jiyaneke sosyalîst Em ê herin ber agirê sefkeftinê/ sosyalîzmê ava kin bi evînê

Bêjebêje © 2015-2024