a photo of Koma Avesta

Koma Avesta

Çav Belekamin Tuyî

Çavbelek a min tûyî Porxelek a min tûyî [x2] Sormelek a min tûyî Jar û perişan ezim Jar û perişan ezim [x2] Sorperî ya min tûyî Dêm ziriya min tûyî [x2] Şeng û şox a min tûyî Jar û perişanim ez Jar û perişanim ez [x2] Bejin bilindê tûyî Pir gewr û rindê tûyî [x2] Wek mûm û findê tûyî Lê dil bi kovan ezim Lê dil bi kovan ezim [x2] Rûgewr û şêrin tûyî Sitêr û perwîn tûyî [x2] Şêrîn û hem Zîn tûyî Memê di zîndanim ez Memê di zîndanim ez [x2]

Bêjebêje © 2015-2024