the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Awaz

Bê Te Nabe

Tu roniya çavê min î Tu delala dilê min î Bilbil im tu gula min î Bê te nabe Ez bûme mem, tu zîna min Can û ceger evîna min Dûr nemîne were ba min Bê te nabe, nabe nabe Bê dê dibe, bê bav dibe Bê te nabe Bê nan dibe, bê av dibe Bê te nabe Bê mal dibe, bê hal dibe Bê te nabe Bê te nabe, nabe, nabe Saniye li min saet e Saet li min bûye hefte Meh li min bûye salwexte Bê te nabe Çav hêsirim, dil birînim Yan dimirim, yan dimînim Her dem te bêrîya xwe tînim Bê te nabe, nabe, nabe

Bêjebêje © 2015-2024