a photo of Koma Azad

Koma Azad

Bes e

Bes e bes e delala min Agir berdaye canê min Hêsir ketiye çavê min Ma ne bes e delala min Ji bîr nekin şoreşvana Şer bêkin wek partîzana Gohdar bikin li rêzana Ma ne bes e delala min Bes e bes e... (Dîsgotin) Botan gula niştiman e Şervanê me di nav da ne Ceng û ala serhildan e Ma ne bes e delala min Bes e bes e... (Dîsgotin) Em bîr nakin van şehîdan Van şervanan van egîdan Gelê me dike serhildan Rabe em herin delala min Bes e bes e... (Dîsgotin) Va ye em tev de bûne yek Nêzîkê xelas dê bêjin Rabê dostno li me dereng Rabe em herin delala min Bes e bes e... (Dîsgotin) Gotin û Muzîk: Bahoz

Bêjebêje © 2015-2024