a photo of Koma Azad

Koma Azad

Dayê

Dayê Kurdistan dîsa dinale Dîsa bi derd û xem lê ev çi hal e Min go menale, ax û menal e Dil serî rakir, şîngê dikole Dayê Kurdistan dîsa bi hewar e Çend hezar sal e li dest neyar e Min go lê dayê dil sar e zar e Dîl û perîşan birîn xedar e Dayê Kurdistan dîsa bi axîn e Dîsa gel rabû hêstiran dirijîne Min go negirî ho qurban im negirî Gel serî rakir alê dikşîne Dayê menale dizanim derd û xemên te Kul û kederên te, axîn û keserên te gelek in Dilê te bi kul, her du çavên te şil in Dilê min jî mîna dilê te bi êş û jana giran e Di hindurê dilê min de, guregura agir e Mîna agirê laşê çaran e Mina agirê nava dilê Mazlûm e ku ji zindanan bilind dibe Agirê dilê min mîna agirê nava Zekîya Mîna agirê nava dilê Rehşan e Bilind dibe li ser beden û singan Agirê dilê min, agirê şoreşê ye Şoreşa mezin gur dibe, tu caran venamire Min go negirî ho qurban im negirî Gel serî rakir alê dikşîne Gotin û Muzîk: Nenas Helbest: Adar Jiyan

Bêjebêje © 2015-2024