a photo of Koma Azad

Koma Azad

Êdî Bes e

Êdî bese lê dayê vaye ez diçim şoreşê Hevalê?m tev çûne ma tenê az mame rûreşê Sebra min li vir nayê dilê min ji bo çiyê nexweşe Negrî dayê dayîka min teva hemêz li min vekir Ewê ji nû şîn bibin gul û kulîlken zozana Ewê azad bifirin teyrê baz li asîmana Baran serbest bibare ser nêrgiz û ser şîlana Tilîlî bikşîne dayê bikev nav govend û Dîlana Evîna dilê min dizanî giran û geleke Negrî hêsrên xwe paqke ji wan çavên xwe yê beleke Ger şehîd bim merzelêm nav zikê welat veke Ew dayîka me hemûyan e vaya tu car ji bîr neke Gotin û Muzîk: Mamoste Sedran

Bêjebêje © 2015-2024