a photo of Koma Azad

Koma Azad

Êdî bese

Êdî bese lê dayê Vaye ez dêçim şoreşê Hevalêm tev çûne ma Tenê az mame rûreşê Sebra min li vir nayê Dilê min ji bo çiyê nexweşe Negrî dayê dayîka min Teva himbêz li min vekir Êdî bese lê dayê Vaye ez dêçim şoreşê Hevalêm tev çûne ma Tenê az mame rûreşê Sebra min li vir nayê Dilê min ji bo çiyê nexweşe Megrî dayê dayîka min Teva himbêz li min vekir Ewê ji nû şîn bibin Gul û kulîlken zozana Ewê azad bifirin Teyrê baz li azimana Baran serbest bibare Li ser nêrgiz û ser şîlana Tilîlî bikşîne dayê Bikev nav govend, dîlana Ewê ji nû şîn bibin Gul û kulîlken zozana Ewê azad bifirin Teyrê baz li azimana Baran serbest bibare Li ser nêrgiz û ser şîlana Tilîlî bikşîne dayê Bikev nav govend, dîlana Evîna dilê min tu zanî Giran û geleke Megrî hêsrên xwe pak ke Ji wan çavên xwe yê beleke Ger şehîd bim mezelêm Li nav zikê welatêm veke Ew dayîka me hemûyan e Vaya tu car ji bîr neke Evîna dilê min tu zanî Giran û geleke Megrî hêsrên xwe pak ke Ji wan çavên xwe yê beleke Ger şehîd bim mezelêm Li nav dilê welatêm veke Ew dayîka me hemûyan e Vaya tu car ji bîr neke

Bêjebêje © 2015-2024