a photo of Koma Azad

Koma Azad

Rinda Min

Rinda min bi navê pir xweş e Li ser sînga wê cenga geş e Dilê neyaran dike reş e Hey delala min Kurdistanê Xweş hevala min Kurdistanê Kar xezala min Kurdistanê Tu bihişta min Kurdistanê Şox û şeng e gelek şêrîn e Ew bi taca zîv û zêrîn e Serê neyaran dihêrîne Bi xeml û xêze Kurdistanê Bûke li benda karkeran e Wê rizgar be ji bin destan e Helbest: Girê Dersilê

Bêjebêje © 2015-2024