a photo of Koma Azad

Koma Azad

Serhildan

Serhildan berxwedana me Ji bo azadiya gelê me Bela bû li gund û bajarê me Ji bo xelasiya gelê me Serhildan Cizîra Botan Meskenê egîd û şêran Dijmin tank û top dan ser wan Nereviyan ji ber dijminan Gelê Şêrnexê wan şer kir Ala berxwedanê rakir Navê xwe li dîrokê kir Li cîhanê tev belav kir Navê xwe li dîrokê kir Li dinyayê tev belav kir Serhildan ji bo niştiman Wê rizgar bibe ji bin destan Bi kuştin, lêdan û zindan Bernadin doza Kurdistan Serhildan berxwedana me Ji bo azadiya gelê me Bela bû li gund û bajarê me Ji bo xelasiya gelê me

Bêjebêje © 2015-2024