a photo of Koma Azad

Koma Azad

Şox û Şeng

Li dil halan û talan e Cîhan bû berdî berdan e Çi karim xweş bikim dilko Di nav talan û cenga bî Dilê min xweş nebû carek Limala şox û şenga bî Çawa dilxweş dibe yê ku Di nav pençê pilinga bî Tu zanî ez evîndar im Dijîm lê bê cî û war im Li ku warê xwe digrim ez Ku dil rengê kerenga bî Keleşnîkof bi dest yarê Bi doza kûştina dil tê Gelo rûgeş dibe ê ku Birîndarê tifinga bî Helbest: Cegerxwîn Muzîk: N.Dara

Bêjebêje © 2015-2024