a photo of Koma Berxwedan

Koma Berxwedan

Bihar Xweş E

Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar Îsal zivistana me sar e berfa sipî hûr tê xwar e Xemilandin deşt û zinar kengî bi xêr tu bê bihar Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar Nahêle berf em derkevin, em girtiyên roj û şev in Xewam nayê em rakevin, kengî bi xêr tu bê bihar Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar Baran li berfa şevnîvê bê û li pey roj derkevî Dîsa bi ser çiyan kevin kengî bi xêr tu bê bihar Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar Helbest : Cegerxwîn Muzîk: Koma Berxwedan

Bêjebêje © 2015-2024