a photo of Koma Berxwedan

Koma Berxwedan

Çoxê Mino

Çûxê mino ji hiriya berana (wey) malê mino ji hiriya berana Dab û ristin bi destê nezana (wey) malê mino bi destê nezana Çûxik teng e nagihe milane wey malê mino nagihe milane Çoxê mino.. Malê mino.. Çûxê mino ji hiriya bizina Wey malê mino ji hiriya bizina Dab û ristin bi destê mezina Wey malê mino bi destê mezina Çûxik teng e nagihe bazina Wey malê mino nagihe bazina Çûxê mino ji hiriya bizina Wey malê mino ji hiriya bizina Dab û ristin bi destê mezina Wey çûxik teng e nagihe bazina Çûxê mino ji hirîya karika Wey malê mino ji hiriya karika Dab û ristin bi destê keçika Wey malê mino bi destê keçika Çûxik teng e nagihe zendika Wey malê mino nagihe zendika Çûxê mino ji hiriya karika Wey malê mino ji hiriya karika Dab û ristin bi destê keçika Wey çûxik teng e nagihe zendika Çûxê mino ji hiriya berana Wey malê mino ji hiriya berana Dab û ristin bi destê nezana Malê mino bi destê nezana Çûxik teng e nagihe milane Wey malê mino nagihe milane Çoxê mino.. Malê mino..

Bêjebêje © 2015-2024