a photo of Koma Berxwedan

Koma Berxwedan

Herne Pêş

Birayên delal hûn werin Kurdîno Bîhêşta welat em herin merdino Eger hûn nayên, vaye keç em diçin Bese koletî, serfîraz her bijîn Herne pêş, herne pêş, dewir dem ya we ye Welat çav li rê bendewarê meye Kiçên nû gihan em dixwazin xebat Me canê ciwan daye rêka welat Dilê me ji pola, gurçik bûye hesin Bo ala rengîn xûşik werin em besin Herne pêş, herne pêş, dewir dem ya we ye Welat çav li rê bendewarê meye

Bêjebêje © 2015-2024