a photo of Koma Berxwedan

Koma Berxwedan

Oy Kurdistan

Derdê dilê min gelek in Sed hezar e ne yek e Pir salan man em bindest Dijminê xwînxwar, zordest Oy Kurdistan, Kurdistan Navê te çi şîrîn e Dinya alem dizane Em şer dikin ji bo te De zû bine lê dayê Destê xwe zû bigire Bi rextan û bi çekan Bi lez min bixemlîne Oy Kurdistan, Kurdistan Navê te çi şîrîn e Dinya alem dizane Em şer dikin ji bo te Ji bo serxwebûna te Mezin bûye şerê me Em ê dijmin derxînin Li ser çiya û erdê te Oy Kurdistan, Kurdistan Navê te çi şîrîn e Dinya alem dizane Em şer dikin ji bo te

Bêjebêje © 2015-2024