a photo of Koma Berxwedan

Koma Berxwedan

Pêşmergê Me

Pêşmerge, silav li we û doza we Pêşmerge, tu fedayê gelê me yî Pêşmerge, tu cengawerê serê çiya yî Pêşmerge, tu tirs û zofa dilê kedxwar û dijmina yî Pêşmerge, tu sembola serxwebûn û azadiya me yî Bijî, her bijî pêşmergeyê qehreman Rabe tivingê higre pêşmergê me Rexta li ser girê de pêşmergê me Bi şer û cenga b' dilî pêşmergê me Heyfa me Kurdan hilîn pêşmergê me Tu leheng û leşkerî pêşmergê me Tu b' xencerî û şeşberî pêşmergê me Mizgîn li te perwerî pêşmergê me Tu her bijî ji me re pêşmergê me Ev dem û dewra te ye pêşmergê me Ew dost û yara te ye pêşmergê me Çavê me li bejna te ye pêşmergê me Kurdistan warê te ye pêşmergê me

Bêjebêje © 2015-2024