a photo of Koma Berxwedan

Koma Berxwedan

Roja Me

Rewa vê axê hêsir in Xwêdana eniya me ye Qêrîna axê bilind e Ji hundirê dilê me ye Ji erd û esmanê perçe vekir riya yekitiyê Ji zincirê dest û piyan Bû ayeta azadiyê Hêza zendê hesinkaran Banga aşitiyê tu yî Tîna agirê newrozê Awaza hebûnê tu yî Aviya berbanga sibê Xwêdana ramana te ye Sayiya esman aram e Xwêdana ramana te ye Dermanê birinê me yî Sawa şevê reş hilanî Hêviyên me şiyar kirin Riya serkevtinê danî Kenê ser lêvên zarokan Ji wêne û navê te ye Hêsirê çavê dayikan hesreta dîtina te ye Evîna di dilê me de xeml û xêza keda te ye Tu yî roja me ya pîroz her dem berê me li te ye Berdewama Zerdeştê kal Navê ked û biratiyê Tu dîroka kevn û nû yî Xelata mirovatiyê Sonda me bi roja me ye Em tirêjên ji agir in Bawerî bi tîna te ye Nema êdî vedimirin Gotin: Xelîl Xemgîn

Bêjebêje © 2015-2024