the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Botan

Çar Stêrk

Di sibe hevdeh gulan e Qîrînek hat li zindan e Her çar şêran dest dan hevdû Rakirin ala jîyan e Kanê Ferhatê me kanê Kanê Mahmut Eşref kanê Kanê Necmî ciwan kanê Çar stêrkên li ezman kanî Her çar bira bi hev ra bûn Kirin hawar û serxwebûn Li zindana reş û tarî Gulên kesk û sor û zêr vebûn Koletî qebûl nekirin Agirê canê xwe gur kirin Bo azadî, bo serwxebûn Li nav agir dîlan girtin Gotin û Muzîk: Alî Temel

Bêjebêje © 2015-2024