the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Botan

Dem

Dem dema cenga giran e Ceng dijî çerxa gelan e Cenga zordar û dizan e Dij mirovên gişt cîhan e Dem dema Kurdan e yadê Tev diçin kar û xebat e Bo welatê xwe avakin Bo azadî û bo felat e Dem dema xortên çîya ye Dem ciwan e, her biha ye Bi lêz û bez em dimînin Rê dirêj e, pir jê maye Karker û cotkar û lawan Bê yekitiyê nîne derman Tev bi hev ra herne qadan Bo demek nû, bo yî Kurdan Gotin: Hozanvan Cankurd

Bêjebêje © 2015-2024