the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Çar Newa

Kuro Were

Kuro were were were Benda te me Kuro were were were Hêviya te me Biskê min çar gulî ne Yek ji yekê şêrîn ê Bayê ji bakurê tê Bedew e û zêrîn e Roj xweş e li serê çiyan Bidin hev dest û milan Govend bigirin li her deran (Dîsgotin) Êvar e tarî li gundan Pale têne zeviyan Xwêdanê wan eniyan Das û çakûç ser milan Roj xweş e li serê çiyan Bidin hev dest û milan Govend bigirin li her deran (Dîsgotin) Destê xwe destê min de Em herin Cizra Botan Destê xwe destê min de Em herin Cizra Botan Evîna Mem û Zîn e Biteqe Beko Ewan Roj xweş e li serê çiyan Bidin hev dest û milan Govend bigirin li her deran

Bêjebêje © 2015-2024