the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Çar Newa

Quling

Ez im ez quling im xerîb im hoy Firiyame çûme ser axa xwe Kanê dengê Evdalê Zeynikê hoy Kanê hemderdiya min hevalo Difirim dibazim nikarim bigîjim Welatê min dûr e Sîpanê min dûr e Per û baskê min şikestine hoy Refa hevalê xwe qetyame Birîndar im birîna min kûr e hoy Nagîjim nabînim hevalo Difirim dibazim nikarim bigîjim Welatê min dûr e Sîpanê min dûr e Gotin: Suleyman Gultekîn - Dr. Ahmet Kaya Muzîk: Fîkrî Kutlay - Dr. Ahmet Kaya

Bêjebêje © 2015-2024