Koma Çarnewa
Ez Şivan im
Guragura çemê me ye
Xuşexuşa ava me ye
Gurzek gîha li milê min e
Kalekala pezê min e
Ez şivan im bilûrvan im
Dara biyê binya malê
Tu kulîlka serê darê
Gurzek hilda çû serayê
Dil bi çûkê çima nayê
Gazî dikim çima nayê
Dilsoza min benda te me
Destmala te li serê min e
Çavê min li riya te ye