Koma Çarnewa
Quling
Ez im ez quling im xerîb im hoy
Firiyame çûme ser axa xwe
Kanê dengê Evdalê Zeynikê hoy
Kanê hemderdiya min hevalo
Difirim dibazim nikarim bigîjim
Welatê min dûr e Sîpanê min dûr e
Per û baskê min şikestine hoy
Refa hevalê xwe qetyame
Birîndar im birîna min kûr e hoy
Nagîjim nabînim hevalo
Difirim dibazim nikarim bigîjim
Welatê min dûr e Sîpanê min dûr e
Gotin: Suleyman Gultekîn - Dr. Ahmet Kaya
Muzîk: Fîkrî Kutlay - Dr. Ahmet Kaya