Koma Çiya
Daketine Meydanê
Tolhildana Kurdistan
tax û gund û şaristan
Ji bo nebe goristan
serî danîne ber kêr
Daketine meydanê gerilayên dînemêr
Ji bona tolhildanê wek baz û piling û şêr
Wek Gabar û wek Cûdî
wek Sîpan û wek Sindî
Biçûk û serbilindî
kuştin mirin dibe xêr
(Dîsgotin)
Çi mêrxas û lehengî
dilsoz û pirr çelengî
Tim bi şer û bi cengî
bê nan bê av û nîvtêr
(Dîsgotin)
Li Serhat û li Botan
ew dikin şerê giran
Wê rizgar kin ji destan
axa me wek zîv û zêr