the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Cûdî

Ava Mezin

Ava mezin, ava mezin Ava mezin tê bi xwînê Ava mezin, kul û kîn e Dilbirîn e kaniya jînê Ava mezin, ava mezin Min dît îro ava mezin sor bi xwîn e Min dît îro ava mezin kul û kîn e Min dît îro zinar şehîd e Min dît îro ehmed şehîd e Negrî dêrika rengîn Warê heval mihyedîn Dudo bûne stêr yek bû menge Ava mezin ka bêje min ava mezin Li pêş te bû şer û cengê ava mezin Ava mezin kaniya jînê Ava te bû sor bi xwîn e Mihyedîn, ehmed, zinar Rih û can kirine diyar Rijandin xwîna zelal Sor kirin deşt û newal Ava mezin pelê pêşiya te herîne Bê sekin û bê tebat her dem axîn e Ava mezin dilbirîn e Serê xwe danî reş û şîn e Soz li me xwîn nebe sar Heyfê rakin bi hezar car Sonda me bi navê şehîd Geş bikin agirê botan

Bêjebêje © 2015-2024