a photo of Koma Dengê Azadî

Koma Dengê Azadî

Fedî

Welatê min bû Gul û sosin Kurdistanê lo weylo Çiya bilindin Binda deşt in serda zozan in Lo weylo lê weylê lo weylo Bişewite mala neyar û dijminan Parpar kirin erdê kurdan Nîvî dan dest ereban Nîvî dan dest romîyan Nîvî dan dest eceman Lo weylo lê weylê lo weylo Em ê jî pê zanebin Her mêrekî kurdan beranberê sed mêrane Ji dengê zikê birçî Ax fedî dike Ji jana brînê Hesin fedî dike Li kûçe û kolanan Bê mal û bê war in Şev fedi dike Birçî û xasî Li rê û dirban Li ser çiyanin Berf fedi dike Ji dûmana zer Weşîn wek pelan Çivîk û zarok bûn Mirin fedî dike Gotin: Kemal Burkay

Bêjebêje © 2015-2024