a photo of Koma Dengê Azadî

Koma Dengê Azadî

Gul Û Xwîn

Heps û zindan kûr û tarî Tê de dinalim Ez ji aşq û evîna gulê Gellek bêhalim Ez ji aşq û evîna gulê Gellek bêhalim Gula min bindeste heyran Pir gellek sale Kê gul bistîne go xwîn Pêre hevale Kê gul bistîne go xwîn Pêre hevale Gula min kesk û sor heyran Gula min geşe Gula min bi xelkê tale Bimin pir xweşe Gula min bi xelkê tale Bimin pir xweşe Dinya li ser me ron heyran Bextê me reşe Destê Gulê bernadim Go xwîn bimeşe

Bêjebêje © 2015-2024