a photo of Koma Dengê Azadî

Koma Dengê Azadî

Keçikek Bi Çavên Wek Cihan

Min ji daran hezdikir rojên hanê Keçikek bi çavên wek cîhan Bostan digihan li bin tîna rojê Min ji çaqilan hezdikir rojên hanê Çawa bengiyê darê guzan bûm Bengiyê rojan li coyên avê Ew mezin bû ez zaro bûm Keçikek bi çavên wek cîhan Ev e li dawiya hemu şerê min Jiyanê yek bi yek bi te dizanim Lê fem dikim ku min wenda kir Keçikek bi çavên wek cîhan Helbest: Kemal Burkay Muzîk: Mehmet Atli

Bêjebêje © 2015-2024