a photo of Koma Dengê Azadî

Koma Dengê Azadî

Roj Roja Me Ye

Roja me derket li serê çiyan Tîrêja xwe da erd û zeviyan Hêsirên çavan çûn em tev keniyan Rabin dîlanê roj roja me ye Roj roja me ye gundî û rêncber Roj roja me ye hemû proleter Gul û sosin vekir her alî sor kir Mizginiya xweşiyê ji me?r diyarî kir Riya şoreşê em zû hişyar kir Rabin dîlanê roj roja me ye Armanca me yek e em birayê hev in Aşitî dixwazin tev hevalbend in Hevalê rojê dijminê şev in Rabin dîlanê roj roja me ye Tirs û lerz neman em ê li wan xin Li erd û ezman gurmînî daxin Kesk û sor û zerê li her der bilind kin Rabin dîlanê roj roja me ye Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024