a photo of Koma Dengê Azadî

Koma Dengê Azadî

Sebra Min î

Sebra min î mala min î Newroz û sersala min î Herdem di nav bala min î Carek were sebra min î Dilxwazê dîdara te me Herdem dil gulzara te me Wek roj û êvara te me Carek were sebra min î Wan tîpên biskê reş xelek Wan awirên çavên belek Êriş kirin dil yek biyek Carek were sebra min î Helbest : Cegerxwîn Muzîk : W. Amedî

Bêjebêje © 2015-2024