the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Duçerxeyê Ya Cizîrê

Der Kanîyokê Nefel e

Der kanîyokê nefel e lê, leylanê ha leylanê Der kanîyokê nefel e lê, daykê korê nemayê Nefel e û çarde pel e lê, leylanê ha leylanê Nefel e û çarde pel e lê, daykê korê nemayê Mexelê pezê kel e lê, leylanê ha leylanê Mexelê pezê kel e lê, daykê korê nemayê Der kanîyokê zebeş e lê, leylanê ho leylanê Der kanîyokê zebeş e lê, daykê korê nemayê Zebeş e dendik reş e lê, leylanê ha leylanê Zebeş e dendik reş e lê, daykê korê nemayê Mexelê pezê reş e lê, leylanê ha leylanê Mexelê pezê reş e lê, daykê korê nemayê Der kanîyokê gundor e lê, leylanê ha leylanê Der kanîyokê gundor e lê, daykê korê nemayê Gundor e dendik sor e lê, leylanê ha leylanê Gundor e dendik sor e lê, daykê korê nemayê Mexelê pezê kol e lê, leylanê ha leylanê Mexelê pezê kol e lê, daykê korê nemayê Deşîfrasyon: R. Xendekî Çavkanî: qenala youtubeê ya BIODRONIC

Bêjebêje © 2015-2024