Koma Gulên Xerzan
Aşitî
Govendê giran e, civat rûniştî
Tê de dixwînin, kevokê aşitî
Şêrê çiya bûne, pilingên deştî
Giravê giravê, girava aşitî
Giravê giravê, girava aşitî
Roja gelê min, tê de rûniştî
Şewqa xwe daye, behrê re hiştî
Giravê giravê, girava aşitî
Govende digere, li dora bûkê
Keçka xemilandin, tên ji Dihokê
Mil dane xortan, dîlan şa dikin
Dîlan û lîlan, ezman xu* dikin
Giravê giravê, girava aşitî