a photo of Koma Gulên Xerzan

Koma Gulên Xerzan

Doxtor

Bavo li me, li me, li me ferman î Çiyayê Cizîra keta mij û dûman î Xera biba gundê Cizîra mala xerab a Heval doxtor mêrxas doxtor şêrê meydan î Tu car hûn ji bîr nabin li Kurdistanî Heval doxtor mêrxas doxtor şêrê meydan î Tu car hûn ji bîr nabin li Kurdistanî Bavo li me, li me, li me ferman î Çiyayê Xerza keta mij û dûman î Xera biba gundê Xerza mala xerab a Heval Sabir mêrxas Şakir şêrê meydan î Tu car hûn ji bîr nabin li Kurdistanî Heval Şakir mêrxas Sabir şêrê meydan î Tu car hûn ji bîr nabin li Kurdistanî Xwişka Bedriya digo: lê lê Mefyayê "Gora ser me kur"* birayê me wa yê Neyar girta ser ta, deng ji wan nayê Heval doxtor mêrxas doxtor şêrê meydan î Tu car hûn ji bîr nabin li Kurdistanî Heval Sabir mêrxas Şakir şêrê meydan î Tu car hûn ji bîr nabin li Kurdistanî

Bêjebêje © 2015-2024