
Koma Gulên Xerzan
Gul Rengdar In
Gul ji gulistan gulan tîne
Gava çû erdê dihecîne
Xêlya sor bi xwe re digerîne
Gul rengdar in bi hezar in
Gul li çiyayê Gabarê
Xwe girêdaye şêr e yarê
Evîndara axa sar e
Gul rengdar in bi hezar in
Gul şehîdê Geliyê Zîlan
Li Botanê girtî dîlan
Gul berfîn e ji bo dilan
Gul rengdar in bi hezar in
Gotin û Muzîk: Alaettîn AYKOÇ