a photo of Koma Gulên Xerzan

Koma Gulên Xerzan

Kerîm

Botan dişewitî dîsa Serê dijmina Heval Kerîm rabû dîsa Êrîş dikira Dijmin xayîn bû felekê Gelî mihbera Birîna me kûr e dayê Ji dil û gurçika Gebar bixemilînin dayê Ji gul û sosina Tirba min çêkin dayikê Li cem egîda Tirba min çêkin dayikê Li cem leşkera Gelî heval û hogira Qaxezek bînin Ji derd û xemê giran e Li ber xwe deynin Kerem şehîd e felekê Lê binivsînin Li Başûr û li Bakur dîlan e Şahî û mizgîn e Dayikê tu xemle xedar be Bes melorîne Heyf û tola van xweşmêran Li erdê namîne Heyf û tola van egîdan Li erdê namîne

Bêjebêje © 2015-2024