a photo of Koma Gulên Xerzan

Koma Gulên Xerzan

Memet Kanî

Lawko dîno Memet Kanî baxbostane Wî de min ê pirekî çêkir bi destê van hostane Min ê sondekî adekî pêre xwariye Ez ê destê gede lawkê xwe bigrim Paşê îznê bidim nav dostane Were yeman yeman ax yeman gundo Were eman eman ax lawko dîno Lawko qurban kelekçiyo kelek kejî Wî de min ê negot her û her gav newe neçe nesekine Ber derê mala bavê min jî Ez ê navê te nizanim ji ber eşqa dila Dibêjim tu zavengê ax bavê min jî Were yeman yeman ax yeman gundo Were eman eman ax lawko dîno Lawko qurban bejinziravo ji hesino Wî de min ê negot her û her gav newe neçe nesekine Ber derê mala bavê mino Ez ê navê te nizanim ji ber eşqa dila Dibêjim tu zavengê ax dayka mino Were yeman yeman ax yeman gundo Were eman eman ax lawko dîno Gotin û Muzîk : Gelêrî Herem: Êrîwan

Bêjebêje © 2015-2024