a photo of Koma Gulên Xerzan

Koma Gulên Xerzan

Oy Felek

Ey felek felek, ey zalim felek Ka ew Kurdistan, ke bircên belek Min navê cennet, ji te bi minnet Serbest û azad, wa çûn cehennem Her çar kenarê me bû neyar Berê me li te, qêrîn û hewar Dengê ma nakî, bo çi deng nakî Bextê te ew e, ey çerxa alemê Welatê me ye, xweş e Kurdistan Zozan û deşt e, hew bax û bistan Qenc e xerab e, welatê me ye Bi me pir xweş e, wek baxê îrem Dermanê me ye xwendin û zanîn Xortên xwendevan tev bûn Cegerxwîn Her bijîn, bijîn xortên nûhatî Her bijî, bijî Kurdistan.. her dem Oy felek, ji boy çi te ez hiştim ji hevala Emrê min çarde ye, xuya dike mîna kala Erê ji derdan û kula ev dilê min her dinale Oy felek, oy felek, oy felekê yeman Oy felek, ka mirada min cî nanî Maldarî ji ba min çû, feqîriyê cem min danî Wa xiraba teva pişta xwe da min Ez firotim bi erzanî Oy felek, oy felek, oy felekê yeman

Bêjebêje © 2015-2024