a photo of Koma Gulên Xerzan

Koma Gulên Xerzan

Xayîn

Ax ji derdê wan xayîna Çavê wan çi birçî ye Ji bo çend qirûşek pera Wan welat firotiye Ax ji derdê wan xayîna Çavê wan çi birçî ye Ji bo çend qirûşek pera Wan namûs avêtiye Ax ji derdê wan xayîna Çavê wan çi birçî ye Ji bo çend qirûşek pera Wan welat firotiye Ey xayinê nezan bêjin Hûn kê ji ber kê dihewînin We heval tev dana girtin Xayîn, tişt ji wer namînin Ranehêjin keleşê dijmin Dijminê min û we ye Ew maaşê ku didin we Xwîna şehîdê me ye Ranehêjin keleşê dijmin Dijminê min û we ye Ew maaşê ku didin we Xwîna zarokê we ye Dijmin û xayîn û axa Ji tirsa qet ranazên Wek tajiyê lingşewitî Ji ber gerîla direvin Dijmin û xayîn û axa Ji tirsa qet ranazên Wek tajiyê lingşewitî Ji ber leşkeran direvin Ey xayinê nezan bêjin Hûn kê ji ber kê dihewînin We heval tev dana girtin Xayîn, tişt ji wer namînin Ranehêjin keleşê... (Dîsgotin) Seet sisê ber sibê bû Hatin deriyê min xistin Dijmin û xayîn û axa Mi'j hindur derxistin Yek kurap a yek kurxal a Yekê ji wan birê te ye Kerem bike wer ser rê Rê li ber te fire ye Ranehêjin keleşê... (Dîsgotin) Ax ji derdê wan xayîna Çavê wan çi birçî ye Ji bo çend qirûşek pera Wan welat firotiye

Bêjebêje © 2015-2024