Koma Gundê Nehîa Û Abovyanê Ciraberê
Dînê Lê
Ku da diçî zû were, dînê lê lê dînê lê lê dîna min
Te mi helandiye ceger e, bedew rindê bejnbilindê, tu gula ber bîna min
Tenê neçe avê ye, dînê lê lê dînê lê lê dîna min
Sozê xwe nede xelqê ye, bedew rindê, bejnbilindê, tu gula ber bîna min
Çavê min î li te ye, dînê lê lê dînê lê lê dîna min
Dînam gulîdirêj e, dînê lê lê dînê lê lê dîna min
Hiba dilê dengbêj e, bedew rindê, bejnbilindê, tu gula ber bîna min
Bavê min ne li fitare e, dînê lê lê dînê lê lê dîna min
Eskeriya min ne di yar e, bedew rindê, bejnbilindê, te gula ber bîna te