the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Hemdem

Evîna Min

Tîrejên rojê, çiya dibire Ava çem û kanî, zinar dihelîne Berbanga sibê, xem direvîne Evîna min, welatê min e Ji kezebê da birîndarim Ji dil de ez evîndarim Bi qêrîn û bi hawarim Evîna min, welatê min e Carna dikeve, xewnên şeva Dimirçiqîne, hêstirên çava Dibe sitran, di nav dev û lêvan Evîna min, welatê min e Ji kezebê da birîndarim Ji dil de ez evîndarim Bi qêrîn û bi hawarim Evîna min, welatê min e

Bêjebêje © 2015-2024