the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Hîvron

Dicemidim

Min veşêre deşta min, min veşêre deşta min Di şikeftên çavên xwe da, di şikeftên çavên xwe de Gulîyên xwe bike star Gulîyên xwe bike xemla hêvîyên min Dicemidim dîsa.. Min veşêre, min veşêre Min d'bedewiya xwe de veşêre Di bêdawiya xwe de.. Çavên xwe ji min re veke Derdê xwe ji min re bêje Dicemidim min veşêre deşta min Di şikeftên çavên xwe de biniqumîne Guliyên xwe bike sitar Guliyên xwe bike xemla hêviyen min ku şa bibe dilê min Dicemidim min bedewiya xwe de veşêre, di bêdawiya xwe de Dicemidim min hembêz bike, dicemidim deşta min, min hembêz bike Dicemidim.. Min bedewiya xwe de veşêre Di bêdawiya xwe de.. Çavên xwe ji min re veke Derdê xwe ji min re bêje

Bêjebêje © 2015-2024